Belgesel - Evdalê Zeynikê (2018)
Serhad S Serhad S
23.1K subscribers
45,834 views
448

 Published On Jan 11, 2018

Kanalımızı takip etmeyi unutmayın: https://goo.gl/BAm9ap

Evdalê Zeynikê. Kurê Mistefayê Hesenê Silêman e. Wexta Evdal hin biçûk bûye, bavê wî dimire, dîya wî Zeynê wî mezin dike, lewma bi navê bavê xwe va na, bi navê dîya xwe va tê naskirinê.
Evdal xelqê Dutaxê, gundê Cemalvêrdî ye. Dengbêj Şakiro jî gelek salan li vî gundî ma ye. Cemalvêrdî li berpala çîyayê Qertewîn, gundekî xweş e.
Evdal di serê salên 1800î da tê dinê, serê salên 1900î da diçe ser emrê xwedê. Yaşar Kemal, ji wî ra dibêjine “Homerosê Kurdan”.
Evdal heta 30 salîya xwe, rêncberî û cotkarîyê dike. Heta wî emrê xwe kilam negotîye. Ji sî salîya xwe bi şûn da, rojekê gelekî nexwaş dikeve. Heftekî, deh roja wusa nava cî nivînan da nexwaş dimîne. Rojekî xewnekî dibîne. Di xewnê da yek tîne kode garis berî gewrîya wî dide.
Diçe xewna xwe dide şîrovekirinê, dibêjin “Tê bibî dengbêjekî wusa, heta dinya xweş û ava be, navê te yê her dinê be” û wusa dibe jî.
Evdal dibe dengbêjekî wusa, nav û dengê wî li her derê belav dibe. Rojekî dibîhîze li Xamûrê dewata filla ye. Qîza Keşîşê Xamûrê Gulla Fille yê kilaman bêje, Mîrê kurd sirmelî memed paşa jî çûye. Evdal jî ji Cemalvêrdîyê hespê xwe dicedîne û berê xwe dide Xamûrê.

Diçe Xamûrê, nava cimietê. Dinêreku qîza keşîşê Xamûrê, Gula dengbêj ji millet ra kilaman dibêje. Gulê jî dengbêjeke zef mezin bûye. Wusa bi dengbêjîya xwe bawer bûye ku, gotîye kî di dengbêjîya da zora min bibe, ezê wî bixwazim.
Evdal diçe nava cimietê, Gulê bi kilamkî dibêje ser çavan ra hatî, Evdal dengbê xwe nake. Gulê, Evdal nasnake, çend caran wusa dibêje ser çavan ra hatî, Evdal dengê xwe nake. Paşê Evdal dibêje “Ez Evdal im, Evdalê Zeynikê, gula govendan, tirsa dengbêjên welatê Serhedê.”
Evdal bi Gulê re dikeve lecê, sê roj, sê şevan dibêjin.
Evdal dibêje:
Gulê ez hatim Xamurê wê li mîl e
Gulê li pêşya qîz bûka diçe, dimil mil e
Zerîke baş û bedew e, Gula qiza keşîşê fille
Yeqîn dikim ew ji qalça xwe ya çepê hûr dikule.

Gulé dibêje:
Evdal bese tu nebêje van pirsa ye
Ezê gazî kim Filla û axçîka û harsa ye
Bira te bibin girêdin li ber derî, dewsa sa ye

Evdal dibêje:
Gulê ez hatim Xamûrê ha li fêrika
Ez ketme nav govenda Filla û harsa û axçîka
Ezê bi heyrana bejna zirav, qolê zêrê ber cênûka
Gulê bi sibê ra bide min destûra zer memika

Gulé dibêje:
Evdal nizam bêjim tu mirtivî lo mirtiv baz î
Ez nizam bêjim tu cazûyî, yan tu sêrbaz î
Ji êvar da tu ji Xwedê, Pêxember û ewlîya dikî gazî
Bawer be, tu carî tu naghijî wê meqsedê, wî mirazî...

Piştî sê roj û sê şevan, Evdal zora Gulê dibe. Gulê dibêje “Evdal ez li ser sozê xwe me, ku tu jî qebûl bikî, ezê te bixwazim. Lê şerteke min heye, ez dînê xwe naguhurînim.”
Evdal dibêje “Gulê ez zewicîme, bi jin zarok im. Bira dînê te te ra, dînê min min ra. Tu jî xwîşka min î”
Sirmelî Memed Paşa li wê derê dengbêjîya Evdal gelekî diecibîne û ji wî daxwaz dike ku bibe dengbêjê wî. Evdal jî qebûl dike û dibe dengbêjê wî.
Di dema Evdalê Zeynikê da, li rojhilatê Kurdistanê, li herêma Qelenîyê dengbejekî dinê mezin jî hebûye ku navê wî jî Şêx Silê bûye. Şêx Silê dengbêjekî wusa mezin bûye ku, heta rastî Evdal hatîye, tu kesekî zor wî nebirîye. Rojekî yek ji Agirîyê diçe û dibêje “Ez Evdal im”. Bi dengbêjê Tahirxan xan, Şêx Silê ra dikeve lecê û Şêx Silê zora wî dibe. Tahirxan jî Sirmelî Memed Paşa re namekî dişîne, dibêje:
“Hema Evdalê we jî ev bû ku we ewqasî pesnê wî dida? Şêx Silê şevekî da zora wî bir”
Sirmelî Memed Paşa gazî Evdal dike, dibêje “Te xwe jî, ez jî rezîl kirim. Wexta tu Şêx Silê nikarî, çûyî Qelenîyê çi?”
Evdal dibêje “Heyran Qelenîya çi? Ez neçûme Qelenîyê.”
Sirmelî Memed Paşa tîne çend merivê xwe dide cem Evdal, wî dişîne Rojhilatê Kurdistanê, cem Tahirxan. Evdal diçe, rastîyê wan ra dibêje. Bi Şêx Silê ra dikeve lecê. Heft roj û heft şevan dibêjin. Di dawîya dawîyê da, Evdal zora Şêx Silê dibe.

Şéx Silê dibêje:
Evdal Dîdeme ji kula dilé mi ra xweş Dîdem e
Bihar e,Çemé Didemé, di ber me ra dikişe, gure-gur e leme-lem e
Ez çib'kim, kal bûme, diranê min ketine, ez ne hemsalé te me
Evdal haza tu şairî, tu hostayê min î, ez şagirtê te me


Evdal dibêje:
Şêx Silê bejna mi ne kin e, ne dirêj e
Mînanî tak-rihana li devê mesîla şax davêje
Eva heft roj û heft şeve Şêx Silê bi mi ra kilama dibêje
Gelî cemaetê hûn bizanbin ku Şêx Silê şair e û xweş dengbêj e

show more

Share/Embed