Published On Jun 18, 2020
Sînemxan Bedirxan kî ye?
Sînemxan Bedirxan, neviya mîrê Botan e.
Keça Celadet Bedirxan û Rewşen Bedirxan e.Biraziya tixtor Kamiran Bedirxan e.
Di 21ê Adara sala 1938an de li Şamê çavên xwe vekiriye. 15 salan mamostetiya Frensî kiriye. Li zanîngeha Silhedîn jî dersên Frensî daye.Serokatiya Saziya Jinên Kurd(Saziya Afretan Kurdistan) kiriye.Frensî,Erebî û Tirkî dizane.Niha li Hewlêrê dijî.Mala wê wekî muzexaneya dîroka me ye.Di mala wê de axaftina zimanên din qedexe ye û kî biaxive mecbûr e pere bide.Derfeta kî ji we çêbe, herin û cenabê wê zîyaret bikin.
Montaj: Zelala ji Fînê
Sererastkirina dîmenê (vîdyo-edîtor): Ferhad Mistefa
show more