Zarok TV - Hemû Stranên "Nikil û Gewez"
Zarok TV Zarok TV
176K subscribers
1,581,590 views
2.5K

 Published On May 3, 2021

Gîya dixwe, mal li pişt e
Qalikê wê xet bi xet e
Ser û pîyan vedişêre
Miş miş dimeşe

Kûsî ye, kûsî ye
Mala minê, çi beza ye
Miş miş dimeşe

Pişta wî b'stirî ye
Lingkin û çavbeloq e
Pişta wî b'stirî ye
Lingkin û çavbeloq e
Dev û poz wek mişkan e
Strîyên wî wek tîran e
Dev û poz wek mişkan e
Strîyên wî wek tîran e

Wek me li bejiyê dijî
Pir tûj in stirîyên jûjî
Wek me li bejiyê dijî
Pir tûj in stirîyên jûjî
Pir tûj in stirîyên jûjî
Pir tûj in stirîyên jûjî

Sibe, nîvro êvar e
Ku tav hebe, ew xuya ye
Sibe, nîvro, êvar e
Ku tav hebe, ew xuya ye

Çepikan lêxe, yek du sê
Gav biaveje, yek du sê
Çepikan lêxe, yek du sê
Gav biaveje, yek du sê

Ez çi bikim, ew jî dike
Ku ez diçim, ew jî diçe
Ez çi bikim, ew jî dike
Ku ez diçim, ew jî diçe

Çepikan lêxe, yek du sê
Gav biaveje, yek du sê
Çepikan lêxe, yek du sê
Gav biaveje, yek du sê

Bang dike û dixwîne qîî û qîî qîî
Ser serî de şaşik e
Bin gulê de gulî ye
Perrên wî rengoreng e

Dûvê wî çi xweşik e
Her digere, pozbilindo
Dîko dîko Nikilo

Dîko dîko Nikiltûjo
Dîko dîko dûvdirêjo
Dîko dîko Nikiltûjo
Dîko dîko dûvdirêjo

Dîko dîko reng pirr qoqo
Dîko dîko deng-zîzo!
Dîko dîko reng pirr qoqo
Dîko dîko deng-zîzo!

Dîko, dîko
Dîko, dîko
Dîko, dîko
Dîko, dîko
Dîko, dîko

Erê, her dar xweşik e
Biharê kulîlk vedike
Erê, her dar xweşik e
Biharê kulîlk vedike

Çi zer, çi sor çi spî
Rengoreng xwe dixemlîne
Çi zer, çi sor çi spî
Rengoreng xwe dixemlîne

Çi sêv, hinar, hirmî ye
Havînê xwarina me ye
Çi sêv, hinar, hirmî ye
Havînê xwarina me ye

Ji xwe her dar xweşik e
Lê darfêkî taybet e
Ji xwe her dar xweşik e
Lê darfêkî taybet e

Ha-ha-ha-ha aha
Lê darfêkî taybet e
Ha-ha-ha-ha aha

Hinar e û hinar e
Di nav de morî b'hezar e
Hinar e û hinar e
Di nav de morî b'hezar e

Hem tirş e û hem şîrîn
Wey tama wê pirr xweş e
Hem tirş e û hem şîrîn
Tama wê çiqas xweş e

Hinar e û sor reng e
Tama wê b'nav û deng e
Hinar e û sor reng e
Tama wê b'nav û deng e

D'nav tijî morik e
Têra her kesî dike
D'nav tijî morik e
Têra her kesî dike

Ji bo sibehek baş, em bibêjin şev baş
Ji bo sibehek baş, em bibêjin şev baş
Hat saeta xewê nivînên me l'benda me ne
Hat saeta xewê nivînên me l'benda me ne

Şev tarî ye
Xew şêrîn e
Roj ronî ye, hehey!
Lîstik hene

Balgî nerm e, nivîn germ e
Balgî nerm e, nivîn germ e
Ka şîrê xwe vexwe, çavê xwe bi hev de

Şev baş
Şev baş
Xewnên xweş, şevek baş
Xewnên xweş, şevek baş

---
#ZarokTV #Nikil #Gewez #Stran #StranaNikilGewez #KurdishKids #Kurds #KurdishTVs #KurdishChannels #KurdishTV #KurdishKidsTV #KurdishChildrenTV

https://dailymotion.com/ZarokTV
  / zaroktv  
  / zaroktv  
  / zaroktv  
  / zaroktv  

show more

Share/Embed